Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Iraqê: Dr. Roj jiyana xwe xistibû xizmeta jinavbirina diktatoryetê

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 15.02.2021 Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê bi riya telefonê peywendî bi Serok Mesûd Barzanî kir û di vê peywendiyê de serxweşî û hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Dr. Roj Nûrî Şaweys gihand Serok Barzanî.

Herwiha Mistefa Kazimî ji ber koça dawî ya cîgirê serokwezîrê berê yê Iraqê Dr. Roj peyamek jî belav kir û tê de sersaxî ji xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê re xwest.

Kazimî di peyama xwe de wiha got: “Dr. Roj jiyana xwe xistibû xizmeta avakirina Iraqeke demokrat û jinavbirina diktatoryetê û bidestxistina pêkvejiyanê di nava hemû aliyên Iraqê.”