Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzdiyan û Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzdiyan û Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan kir

Îro Pênçşema 11.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzîdiyan û Encûmena Ruhanî ya Êzîdiyan kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa xuşk û birayên Êzdiyan û rewşa Şingalê û gefên li ber asayîbûna jiyana Êzdiyên li devera Şingalê kirin û Mîr Hazim Beg û Baba Şêx Elî û Endamên Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan spasî Serok Barzanî kirin ku herdem li gel êş û azarên Êzdiyan bûye û daxwaz kirin ku Serok Barzanî hemû şiyanên xwe bixe holê bo ku Êzdî bikaribin bi bextewerî vegerin ser mal û halê xwe û kar ji bo wê yekê bê kirin ku astengî nemînin û rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal ya li ser Şingalê zû were bi cîhanîn.

Şanda mêhvan daxwaza wê yekê jî kirin ku Êzdî di sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê de par û rola xwe hebin.
Her di vê civînê de Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku ew herdem piştevanê daxwazên xuşk û birayên Êzdiyan bûye û Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pişt û penan bûne bo Êzdiyan û di şerê DAIŞê de ji bo azadkirina devera Şingalê, Pêşmerge 500 şehîdan dane.

Serok Barzanî bi pêwîst zanî ku rêkeftina Şingalê were bi cîhanîn û daxwaz jî kir ku Êzdî yekrêziya xwe ya navxweyî biparêzin û rê nedin dengê belavela û namo û xerîb ku ziyanê li yekgirtî û nasname û ola Êzdiyan didin û divê Êzdî rijd bin li ser maf û daxwazên xwe yên rewa.