Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Dr. Azad Necar: Em şanaziyê bi te dikin

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 07.02.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Azad Necar kir ku di dahênaneke bêhempa de, dilekî destkir bi awayekî serkeftî dirust kiriye.

Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li birêz kir û dahênana wî bi xizmeteke mezin ya ji bo mirovayetî û paşeroja pizîşkiyê da zanîn ku dikarê jiyana hezarehan mirovan biguherê, hemû piştgîriyeke xwe jî ji bo serxistina her projeyeke din ya paşerojê de dûpat kir û birêz û hemû dahênerên Kurdistanî li her kû bin bi cihê şanaziya gelê Kurdistanê da zanîn û got: ”Em şanaziyê bi te dikin.”.

Ji aliyê xwe ve Dr. Azad Necar spas û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û hêvî xwest dahênana wî xizmetek li warê pizîşkî bike û bikarê li paşerojê de amêr û dezgeh û dahênanên nû li vî warî da pêkbîne.

Temenê Dr. Azad Necar 53 sal e û xelkê Zaxo ye, li Swêdê pizîşke û kariye piştî 20 salên karkirina berdewam dilê destkir dirust bike. Herwiha xwediyê dehan dahênanên din e di warên perçeyên destkir û amêrên neştergerî û bawernameya parastina dahênana wî jî bi wî hatiye bexşîn.

Di hevdîtinê de Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê amade bû.