Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Lêkolerekî Rûs: Serok Barzanî qehremaneke netewî ye

Mosko-KDP.info- Lêkolerekî navdar ji Rûsya dibêje, Serok Mesûd Barzanî qehremaneke netewî Kurdî ye, tenê ew ji bo yekîtiya Kurd û Kurdistanê kar dike û xebatê ji bo garentîkirina mafê Kurdan li Bexdayê dike.

Lêkolerê Rûs Denîs Korkadînov di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd ji bo daxwazkirina mafên xwe derfetên baş li pêşiya wan mane, ku bêguman rola Serok Barzanî di vê derfetê de mezin e, ku Serok Barzanî wek qehremanekî netewî tê dîtin û dibe mînakek ji bo zarokên Kurdan, ji bo ku daxwaza mafên xwe bikin.”

Denîs Korkadînov wiha got: “Serok Barzanî xebateke mezin kiriye ji bo yekîtiya Kurdan, ji bo ku Kurd hemû yekgirtî û yekdeng bin û parastî bin.”

Derbarê rola Pêşmerge di şikandina dijminê mirovatiyê, Denîs wiha got: “Pêşmerge hêzeke fermî ye li Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di çarçoveya hêzên serbazî yên Iraqê de ne û roleke mezin dîtin di şikandina DAIŞê de, ku Pêşmerge hêzeke rêkxistî ye ji bo parastina axa Kurdistanê û Iraqê û navçeyê û gelek çalakî li dijî terorê kiriye.”

Wî lêkolerê Rûs wiha domand: “Hêzên Pêşmerge bergîrî li mirovatiyê kirin û karîn hêzên li dijî mirovatiyê bişkînin û nehiştin mirovatî li navçeyê jinav biçe, lewma Pêşmerge rola wan xuya ye û cihê rêz û hurmetê ne.”