Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

MESÛD BARZANÎ RÊBEREKÎ EFSANEYÎ Û SÎYASETMEDAREKÎ NÛDEMÊ YE

Yûrayê Şamil Nebîyêv

Berpirsyarê giştî yê malpera RIATAZA

Mesûd Barzanî nimûneya welatparêzîya kurdan e, bi gelê xwe û welatê xwe va zexm girêdayî ye, daxwez û xeyalên rojane pêk tîne. Ew ji eşîreteke ruhanî ya Şêxan e û ji binemala Neqişbendîyan e, ku di navbera sed û pêncî salan desthilatdarîya sivîl û ruhanî li ser eşîretên kurdan pêk anîye, ku wek Barzan tê naskirinê. Du apên wî – Şêx Ebdil-Selam (sala 1915an hate darvekirin) û Şêx Ahmed (sala 1969an çû ser dilovanîyê) navên xwe di nava dîroka tevgera kurdên başûr ya miletîyê-azadarîyê da mohr kirine. Em wê jî bêjin, ku Şêx Ahmed wek rêformatorê îslamê deng daye, ku hewil daye wê bawermendîyê li ruhê netewî yê gelê kurd biguncîne û di wê da nîşanên berbihêrîyê û merivhizîyê derxistîye ser asta jorin. Mezinahîya bavê Mesûd – Mele Mûstefa, ku di nava ademeke dirêj da bûye sîmvol û rêberê tevgera kurdan ya bo azadîyê, hewcê nasandinê nîne.

Mesûd 16ê tebaxê sala 1946an ji diya xwe bûye, hema wê rojê, ku Kongreya surî li Bexdayê damezirandina Partîya Dêmokrat a Kurdistanê îlan kir û bavê wî (wê demê li Kurdistana Îranê bû) wek serokê partîyê hate hilbijartin. Mesûd 12 salên jîyana xwe a pêşin di malbeta xalê xwe – serokeşîrê Zîbarîyan da hate perwerdekirin; bavê wî ku paşê bi mêrxasîya xwe ya di dema serhildana Barzanan ya sala 1943an, parastina Komara Mehabadê li Îranê û bi rêwîtîya binavûdeng ber bi Yekîtîya Sovyet va navdar bû û li wir di şaristanîyê da bû – bo kurikê biçûk bûbû efsane-lêgênd. Mesûd pey Şoreşa sala 1958an ra cara pêşin bavê xwe dît û di nava tevaya jîyana xwe da di bin tesîra wî şexsê bi hêz da ma. Bahara sala 1962an gava ew 16 salî bû, ew tevî Serhildana Îlonê dibe, ku teze destpê bûbû. Wek Mesûd bi xwe dibêje, Barzanîyê bavê min pêşî şikber bû – gelo ezê bikaribim ber dijwarîyên jîyana partîzanîyê ber xwe bidim; û tenê pey wê yekê ra, gava Mesûd tivinga giran ser milan bi çelengî hilkişîya çîyê, Mele Mustefa fikirî, ku kurê wî ezmûna bo layîqî navê pêşmerge be, da. Ji wê dema berî weke nîv qurneyî Mesûd Barzanî qedera xwe bi tevgera kurdan ya ji bo azadîya gel ra girêda. Bi pêşketina serhildanê ra Mesûd dikeve ser qulixên bilind: pêşî ew serokatî li estgeha radyoya serhildanê dike, lê paşê bi alîkarîya pêşekzanên yek ji welatên Rohilata Navîn, dezgeha ewlekarîyê “Parastin” saz dike û serokatî lê dike. Ew di bîranînên xwe da behsa bûyereke balkêş ya karê xwe dike. Rojekê Mesûd ji bavê xwe ra dibêje, ku firsend heye yek ji hevalbendên sûckarîyên Seddam Huseyn – apê wî Xeyrûlah Telfaq ji holê bidine rakirin. Nêt hebû bombeyê daynine mala wî, şansên bo serketinê mezin bûn. Mesûd çû cem bavê xwe ku destûrê jê bistîne. Paşê ew ha behs dike: “Gava min ew yek jê ra got, ew hers ket û got: “Lê garantî heye, ku jin û zaro wê zirarê nebînin?”. Min bersîv da; “hilbet, tune”. Wî got: “Wê demê çi ferq di navbeta we û Qezzer da heye (serekê dayîreya ewlekarî-îstîxbaratê ya Îraqê?”. Paşê li min nihêrî û got: ”Rind guh bide min. Ez we hayadar dikim, ku merivên bê sûc, jin û zaran nekujin. Ew karê tirsonekan e. Ji vir şûnda, eger ez ne amade bim bona te agahdar bikim, bizanibe ku ez dij im ku tu karên wisa bikî, ew kengê û di çi şertan da dibe bira bibe”. Û di ser da zêde kir: ”Eger hûn ewqas mêrxas in, gunehkaran bikujin, ku dijî me komployan pêk tînin, lê ne jin û zaran”. Ez ji wê yekê ser xwe da hatim û ew bo min bû ders, ku Barzanî çiqas fireh difikire û helwesta wî çiqas ya merivhizîyê û heq e. Min ev yek ji dezgeha me ya ewlekarîyê ra got: ”Lap qedexe ye şaşîyên wisa bikin. Heyfa xwe tenê ji dijminên şoreşê hildin”.

Piştî mirina Mustefa Barzanî sala 1979an, Mesûd serokatîyê li partîyê dike û em texmîn bikin ku ew ne bi cûrê otomat serokatî dike, wek ”kurê bavê xwe”, lê di pêşbazîya sert da di hindava pêşbazên xwe yên wek Samî Ebdul Rehman ser dikeve, ku wê demê serekê PDK yê Demkî bû û wisa xuya dibû, ku namzetekî layîq bû bo serokatîyê. Em wê jî bêjin, ku pêwendîyên Mesûd bi Ebdul Rehman ra cûrê karê wî yê sîyasî tîne ber çavan. Ebdul Rehman, ku di têkoşîna bo serokatîyê têk çû, bi koma xwe va ji PDK derket, ”Partîya Gelêrî-Demokratîyê ya Kurdistanê damezirand”. Di rewşeke ha da nêzîkî aqilan bû, ku rêberê bi hişmendîya totalîtar gerekê wî wek dijminê hejmara 1 bidîta, wek ku Stalîn dijminê xwe yê hejmara 1 Troskî îlan kir. Mesûd Barzanî xwe tam li rêyeke din girt: wî bi her awahî hewil dida Ebdul Rehman vegere nava partîyê, dû wê yekê ra ew di partîyê da bi hukumê xwe bû merivê duduyan û heta roja şehîdbûna xwe (ew di rûyê terora îslamîstan ya dijî barêgeha PDK li Hewlêrê sala 2004an şehîd ket) jî ser wî karî bû. Pêwendîyên Mesûd bi birayê xwe Îdrîs ra jî bi wî awahî bûn. Mele Mustefa bi xwe berî mirinê ber xwe diket, ku dijberîyên birayan, ku her yek ji wana karmendekî mezin bû û alîgirên wan hebûn, dikare partîyê perçe bike. Lê Mesûd hemû dijberî hel kir, ber Îdrîs pêşnîyar kir kar wekehev di nav xwe da parevekin: Îdrîs pursên leşkerî hilda ser xwe, Mesûd jî pirsên sîyasî. Sala 1991ê bû sala serketina Mesûd a pêşin – wî bi Celal Telebanî ra tevayî bi piştgirîkirina hêzên NATOyê sê parêzgehên bakur yên Îraqê rizgar kirin, ”Kurdistana Azad” damezirandin. Paşê şerê navxweyî di navbera PDK û YNK tesîreke neyînî li ser Barzanî û Telebanî kir. Lê piştî dawîhatina şêr Barzanî dîsa amadekarîya xwe îlan kir bo lihevhatinê û berdaxwerinan, di encamê da di navbera PDK û YNK da peymana stratêjîk hate îmzekirinê, Barzanî di sala 2005an da hate hilbijartin wek serokkomarê Kurdistanê û pey 4 salan ra tevaya milet careke din wî hilbijart. Bi vî awahî, Mesûd Barzanî, an jî ”Kek Barzanî”, wek ku wî li Kurdistanê bi nav dikin, di dîroka kurdan da yekemîn kes e, ku dikare bi heqî bê binavkirinê wek rêberê tekane ku ji alîyê gel da hatîye hilbijartin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku Mesûd Barzanî pir caran di dema rasthatinên bi rêberên gelek welatan ra şal û şapikên kurdî li xwe dike. Barzanî rêberê partîyê ye jî, lê tu caran hewil nedaye xwe îdêologê partîyê bide nîşandan, lê eger em hewil bidin bizanibin ka ew bi çi îdêologîyê karê xwe dimeşîne, meriv dikare bi du gotinan rave bike: nasyonalîzm û pragmatîzm. Barzanî, ku berjewendîyên gelê kurd ser her tiştî ra digire, di eynî wextê da xwe bi tu têgehên îdeolojîk ên pêşwext ve girê nade. PDK demeke dirêj xwe hesab dikir wek partîyake socîalîst, lê sîyaseta serekwezîr Nêçîrvan Barzanîyê ji PDK di hêla lîbêralîzma aborî da ji alîyê hevalbendên wî da wek ya pir nerm dihate dîtin. Lê dîsa jî, dibe ku di rewşa “salên sifirê”, dema lazim bû li Kurdistanê sûka aborî saz bikin (li cîyê vala) û dilê învestorên pêşin bikirin, ûltralîbêralîzm lazim bû û bêy wê ne dibû.

Pragmatîzm û fesalbûn hem di siyaseta hundurîn û hem jî di ya derva da taybetmendiya Barzanî ye. Ew dikare gelek berk be, dema ser wê bawerîyê ye, ku bandor li ser prînsîpên bingehîn û berjewendîyên gel hatîye kirin (em bîr bînin, mesele, gefxwerinên şer di havîna sala 2008an da, dema artêşa Îraqê êrîşî li ser Xaneqînê kir). Ew bi gelemperî di siyaseta rûtîn de ne alîgirê çalakî û biryarên radîkal e. Wek nimûne, Hewlêra ku ji alîyê PDK da tê rêvebirin, himberî Suleymanîya lîbêral wek bajarekî konservatîv deng daye. Li wira tu keçikên bi xiftanên kurt nikarî bibînî, nabe ku di rojên Remezanê da eşkere xwerinê bixwî, lê hemû hejmarên kovara bi wergera kurdî ya “Helbestên şeytên” ya Rûşdî bi lez hate berevkirin û belav nebû. Alîgirên sîyaseta wisa ser wê bawerîyê ne, ku eger helwestên konsêrvatîv di civaka kurdan da xurt in, lema jî desthilat bi aqilanî hereket dike, dema hewil dide sertbûna sosîalîyê serî hilnede û bi wê yekê va rê li ber daxwezên opozîsyona îslamî digire. Eger wisa nebe, bi bawerîya wan, wê demê tirs heye ku tiştekî wisa biqewime, weke ku sala 1979an li Îranê qewimî.

Barzanî, herwiha Telebanî jî, pir caran di kêmasîyên li sîstêma Kurdistanê da heyî xwe sûcdar dikin: wek tayfetî, parastinî, gendelîya ser dereceya bilind û h.w.d. Lê rexnekar zelal nakin, ka bi çi awahî (bi bawerîya wan) di civakê da, ku herdem jî li ser bingehê eşîrtîyê, pêwendîyên malbetî û xizmtîyê dimeşe, dikare carekê ra dêmokratîya bi cûrê Awropayê gulvede. Eger em Kurdistanê ne himberî Almanîyayê an jî Swîssrayê bikin, lê himberî welatên cînar bikin, wê demê gerekê bê destnîşankirinê, ku dereceya azadîyê li Kurdistanê pir bilind e, civaka sivîl pêş dikeve, pêvajoyên dêmokratîyê ber çavan in, îzbat jî hema ew e, ku rexnekar azad û aktîv in, herwiha li Parlamêntoyê jî.

Herêma Kurdistanê bi serokatîya Barzanî bi hemdî xwe pêş dikeve, civaka me ya sivîl û lîbêral xwedî paşerojeke geş e. Carekê ajanseke medyayî ya Rojavayê hîvî ji Mesûd Barzanî kir jînenîgarîya xwe binivîse, bi hêvîya ku zêdetir derheqa jîyan û karê rêberê kurdan da bizanibe. Wana bersîveke pir kûr û bi mane sitendin – di ankêtê da gotinek tenê hatibû nivîsar: PÊŞMERGE.