Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa ewlehî li Iraqê çareser nebe dê DAIŞ teqînên mezintir û zêdetir bike

Bexda-KDP.info- Parlemantarekî Kurd li Bexdayê dibêje, eger rewşa ewlehiyê li Iraqê baş nebe dê DAIŞ teqînên mezintir û zêdetir bike.

Biryarderê Komîteya Asayiş û Bergîriyê ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nasir Herîkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek Komîteya Asayiş û Bergîriyê ya Parlamentoya Iraqê me gazî fermandarê polîs û artêşê û hêzên ewlehiyê kirin û me rewşa ewlehiyê û teqînên ku li Bexdayê çêbûn, gotûbêj kirin. Ji me re zelal bû ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê û alîgirên wê li her cihekî hene û sedema zêdebûna tevger û karên wan ew e,ku hevahengî di navbera hêzên Iraqê de tune ye.”

Herkî wiha got: “DAIŞ wek rêxistineke navdewletî hêj heye û teqînên ku li Bexdayê çêbûn belgeha wê yekê ne. Rewşa ewlehî ya xerab çareser nebe, dê DAIŞ teqînên mezintir û zêdetir bike.”