Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mezlûm Ebdî spasî ji Mesrûr Barzanî re şand

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber wefata dayika Mezlûm Ebdî peyameke sersaxiyê jê re şandibû. Mezlûm Ebdî jî spasnameyek ji Mesrûr Barzanî re şand.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di peyama xwe de wiha dibêje:

"Birayê birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî;

Em gelek spasiyê te dikin ji bo hevxemî, sersaxî û hestên we yên dilsozane yên li hember wefata dayika min. Em ji we re temenekî dirêj dixwazin. Ji xwedayê mezin dixwazin ku xêrê bike para we û dilê we bi şîna hezkiriyên we neêşîne.

Em hêvîdar in ku di rojên pêş de ji bo berjewendiyên gelê xwe em bi hev re bixebitin."

Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk
22wê Rêbendana 2021ê”