Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de hêviya serkeftinê ji Joe Biden û cîgira wî re xwest
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û got, “Li ser navê Herêma Kurdistanê ez pîrozbahiyê li Serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris dikim bo boneya destbikarbûna wan a dîrokî. Ez hêviya serkeftinê bo wan dixwazin di serkirdayetîkirina gelê Amerîkayê û ez bi hêvî me, em di îdareya nû de kar li gel dostên xwe bikin.”