Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatiya Kurdistanê êrîş û teqînên li Bexdayê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên îro yên li Bexdayê bi tundî şermezar kir û ew teqîn weke teqînên terorîstî bi nav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Em bi tundî van êrişên terorîstî yên xwekujî şermezar dikin, ku îro li Bexdayê bi awayekê pir hovane hemwelatî kirine armanc û hejmareke zêde ji wan şehîd û birîndar bûne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên teqînên li Bexdayê dike û diyar dike: “Em hevsoz û hevxemê wan in, hêviya silametî û zû başbûnê ji birîndaran re dixwazin. Herêma Kurdistanê bi hemû awayan amade ye li nexweşxaneyên xwe pêşwazî li birîndar û berketiyên êrişê bike û tevahiya xizmetguzariyên pizîşkî yên pêwîst ji wan re pêşkêş bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha gef û metirsiyên terorê bi bîr tîne û daxwaz dike, hemû aliyên têkildar yekrêz bin û bi berpiryariya niştimanî, welat ji metirsî û krîzan derbas bikin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev êrişên terorîstî nîşaneya qebareya metirsiyên terorê ne û aliyên têkildar û tevahiya hêzên siyasî yên welat dixin ber berpirsyariya niştimanî ji bo tifaq, yekrêzî, hevbeşî û bi hev re karkirinê, ji bo rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina welat ji metirsî, alozî, pirsgirêk û krîzan.”