Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bi telefonê ligel Mezlûm Ebdî axivî û sersaxî jê re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serxweşî li Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de ji ber wefata dayika wî, serxweşî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Serokê Herêma Kurdistranê tevî derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe li gel Mezlûm Ebdî û malbata wî, hêvî xwest Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi rehm û mîhrebaniya xwe şad bike û dilfirehî û sebir bide hemûyan.

Herwiha birêz Mezlûm Ebdî jî di wê peywendiya telefonî de spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe bo Nêçîrvan Barzanî û hevxemiya wan nîşan da.