Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir.

Îro Sêşema 19.01.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xulusî Akar Wezîrê Berevaniya Tirkiye û şandeke li gel kir ku ji Yaşar Guler Serok Erkanê Artêşa Tirkiye û Hakan Karaçay Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û karbidestên Wezareta Berevaniya Tirkiye pêk hatibûn.

Di wê hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Tirkiye armanca serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê xisterû û tekezî li wê yekê kir ku aramî û asayişa navçeyê û her wiha pêşveçûna peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan û Iraqê de ji bo welatê wan gelekî girîng e û ragihand, aramî û asayîş dibe sedema geşbûna abûrî û pêşketina navçeyê. Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Wezîrê Berevaniya Tirkiye ragihand ku welatê wî dixwaze hemû pirsgirêkên wan bi rêya diyalog û di çarçoveya destûrê Iraqê de çareser bibin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê, tekez li bingehên dostayetî û cîranbûna li navbera herdu aliyan kir. Herwiha behsa rewşa siyasî û gef û pêşhatên Iraq û navçeyê kir.