Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatiya Kurdistanê: Qehremanên Pêşmergeyên Roj di çeperên pêşî yên parastina Kurdistanê de bûn

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka avakirina hêza xwe ve û heya roja îro di çeperên pêşî yên parastina xaka Kurdistanê de bûne.”

Roja Sêşema 12/01/2021, Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê di hevpeyvîneke rojnamevanî de behsa danûstandinên di navbera ENKS û PYDê de kiriye û hêza Pêşmergeyên Roj wek kirêgirtiyên dewleta Tirk binav kiriye.

Navhatî baş dizane û agahdar e ku qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka avakirina hêza xwe û heya îrîro di çeperên pêşî yên parastina axa Kurdistanê de bûn. Wan di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi dehan şehîd û birîndar dane û ti niştimanperwerekî xwedî wijdan wan jibîr nake.

Ev core daxuyanî û tohmet ziyangihandin e bi yekrêziyê û merama sereke ji wan gotinan têkdana danûstandinên di navbera aliyên Kurdî de ye. Eşkere ye jî her dema ku behsa kirêgirtiyan tê kirin, dicih de kî tê bîra xelkê Kurdistanê. Kar, dîrok û bûyer şahid in ka kî kirêgirtiyê van û wan bûye.

 

Berdevkek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê

13.1.2021”