Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Hêzên Asmanî yên Iraqê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Asmanî yên Iraqê kir.

Îro Çarşema 13/01/2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Şehab Cahid Zengene Fermandarê Hêzên Asmanî yên Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi helkefta bilindbûna pile û destbikarbûna wî ya wekî Fermandarê Hêzên Asmanî yên Iraqê, pîrozbahiyê li birêz kir û hêviya serkeftinê di erk û kursiyê wî ya nû de xwest.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rola artêşa Iraqê wekî artêşeke niştimanî ya parêzgerî û berevanîkirina li welat û rûbirûbûna terorê kir û bîranîna sedsaliya damezrandinê li artêşê pîroz kir.

Ji aliyê xwe ve Şehab Cahid Zengene Fermandeyê Hêzê Asmaniya Iraqê, ji bo pêşwazîkirinê spas û pêzanînên xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê derbirî.