Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bêşikçî rûmeta mirovatiyê ye…

Elî Ewnî

Civaka cîhanî û mirovayetî li hemberî gelê Kurdistanê gelekî dilreq û bêdilvanî bûne. Di qirkirin û Enfal û kîmyabarana ser gelê Kurd de ti kes û alî û dezgeheke mirovatiyê bi hewara xelkê Kurdistanê ve nehatin. Dilê kesî ji bo birîna vekirî ya Kurdistanê neêşiya û kes li ser me negiriya. Kesî ji mirovbûna xwe şerim nekir. Bi çavê xwe didîtin çawa dagîrkerên Kurdistanê yên hov demografiya Kurdistanê diguhertin û dixwestin zimanê Kurdî nehêlin. Jibilî Kurdan (Kurd jî bi bêtifaqî) ti kesî xema Kurdistanê nedixwar. Rêxistinên mafên mirovan û yasayên Neteweyên Yekgirtî û pirensîpên Woodrow Wilson hemû derketin ne bi filsekî ne.

Di tarîstana bêpiştî û bêkesiya gelê Kurdistanê de tenê wijdanê mêrserekî (nekurd) liviya û mirovatiya wî anî bîra wî û li dijî hovtirîn dagîrkerê Kurdistanê raperî û di rûyê wan de sekinî û hemû nirxek bo sinc û hizra xwe da. Wî derewên Atatork û dewleta wî eşkere kirin. Çiqasî bi bandor û bedew û di cihê xwe de bû rabûna Bêşikçî.

Bû demek ku medyayên PKKê û Tirkan bi hevre bi dijwarî bêrêziyê bi Diktor Îsmaîl Bêşikçî yê mirov û xwedî wijdanê zindî dikin. Her kesek piçekî hestê mirovbûn û kurdbûnê di mêjiyê wî de hebe dê li Bêşikçî xwedî derkeve. Em dizanin ku pêwîst e yê li dijî Bêşikçî be gerek Tirk bin, lê divê PKK û deste û heval û hevhizirên wan êrîşên qirêjên xwe li ser Bêşikçî rawestînin.

Bêşikçî milkê mirovatiyê û hemû gelê Kurdistanê ye. Ev pilana Tirkan û dagîrkerên dî yên Kurdistanê ye ku beşekî xelkê Kurdistanê di bin navê PKKê de bikin dijminê wî. Bila me tiştek bimîne ku me kom dike.