Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Weqfa Sunnî kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Pênçşema 07.01.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr Seîd Hemîd Kimbiş Serokê Dîwana Weqfa Sunnî ya Iraqê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Serokê Dîwana Weqfa Sunnî spasî Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku di rojên teng de dergehên xwe ji bo sedan hezar koçberên Iraqê vekirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û pêşketin û xizmetguzariyan hebû ku ji bilî hebûna gefeke zêde ya li ser Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî wergirtina koçber û lêqewimiyan bi erkeke niştimanî û mirovî wesifkir û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê herdem dûrî her cûre nêrînên regezperestî bûye û kar ji bo kûrkirina çanda pêkvejiyana di navbera pêkhatan de kiriye.