Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Êrîşkirina li ser geştyaran bi tundî şermezar dikim

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, her kes û aliyek ku hewl bide ku çanda bilind a civaka me têk bide û kirêt bike, dê rêkarên yasayî yên tund li hemberê bêne girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşkirina çend rojên borî yên li ser geştyarên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê bi tundî şermezar kir û tekez kir, ew riftar ji civaka Kurdistanê dûr in.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, “Mixabin di van rojên dawiyê de hin bûyerên nexwastî û dûrî hemû dap û nerîtên civaka Kurdistanê çêbûne û hinek kesên têkder û ajawekar êrîşî geştiyarên Bexdadê û parêzgehên din ên Iraqê kirin ku ji bo betlaneya sersalê hatibûn herêma Kurdistanê. Ez van êrîşên ku dûrî nirx û exlaqên bilind ên civaka me ne, bi tundî şermezar dikim.

Herêma Kurdistanê ji salên borî û heta niha ji bo bi milyonan koçber û penaberên parêzgehên Iraqê û welatên derdorê penageheke bi ewle bûye û herdem û bê cudahî deriyê wê ji mêvandaran û hembêzkirinê re vekirî bûye. Herwiha bi sedhezaran geştyar jî serdana Herêma Kurdistanê kirine û bi rêzgirtin û hezkirinê ve hatine pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê bûyerên vê dawiyê ji rewişt û kultûra lêborînê û pêkvejiyana aştiyane û mirovdostî ya xelkê Kurdistanê dûr in. Her kes û aliyek ku hewl bide vê çanda bilind a civaka me têk bide û neşîrîn bike, dê rêkarên yasayî yên tund li hemberê bêne girtin.”