Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sardana mala Parêzgarê Hewlêrê yê koçkirî Diktor Firset Sofî kir û ji nêzîk ve hevxemiya xwe ligel malbata wî nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ji ber jidestdana kesayetiyê lêhatî, birayekî dilsoz û niştimanperwer wek Diktor Firset Sofî, ziyaneke mezin gihîştiye Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê bêgûman, riftar û helwestên ciwan ên diktor Firset Sofî, her dem zindî di bîra me de dimînin.