Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Amerîka projeya Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê qebûl kiriye”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di sala 2011 de, Serok Mesûd Barzanî pilan û sitratîjyeke taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê hebû. Siyasetmedarekî dêrîn ji Rojava dibêje, her ji serdema Barzaniyê Nemir ve û heya Serok Mesûd Barzanî, PDK dixwaze Kurdên Rojava bighên mafê xwe.

Ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û perçeyekî azadkirî ye, Serok Barzanî ku Serokê Herêma Kurdistanê bû di dema destpêkirina şoreşa Sûriyê de, partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kom kirin û ji wan re got, hûn yekgirtî bin Herêma Kurdistanê dê mala we ya mezin be û emê piştevaniya we bikin di stendina hemû maf û destkeftan de.

Derbarê wê yekê de, Selah Bedredîn pisporê siyasî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje: “Serok Barzanî ji bo Rojavayê Kurdistanê projeyeke wî mezin hebû. Aliyên Rojavayê Kurdistanê kom kir û 3 rêkeftin di navbera wan de hatin îmzekirin, ku hemû bi hevre kar bikin, ji bo ku di pêşeroja Sûriyê de mafên Kurdan garentî bikin û di destûra Sûriyê de Kurd bibin xwedî rêveberekê.”

Lê PYD û TEV-DEM ji hemû rêkeftinan poşman bûne û sozên xwe nebirine serî. Derbarê wê yekê de, Bedredîn dibêje: “Divê em bi zelalî bêjin ku biryarên PYD ji ser wan tên, ku PKK ye. Lewma armanca wan ew e ku Kurd neyekgirtî bin, ji bo ku destê xwe deynin ser her tiştî. Ew naxwazin proseya aştî û demokrasiyê biser nekeve û tenê hikmê tek hizib û tek adyalojî hebe.”

Niha ENKS û PYNK bi destpêşxeriya Mezlûm Kobanî û bi çavdêriya Amerîka danustandinên yekîtiyê dikin û herdû aliyan rêkeftina Duhokê ya ku bi serperiştiya Serok Barzanî bû, kirine bingeh ji bo rêkeftina xwe ya dawî.

Derbarê wê yekê de Selah Bedredîn ragihand: “Amerîka ji bo lihevkirina Kurdên Rojava, projeya Serok Barzanî ya di rêkeftina Duhokê de qebûl kiriye. Beriya ku Amerîka wê projeyê qebûl bike eger PYD qebûl kirba niha rewşa Rojavayê Kurdistanê dê ne ev hal ba û dê Kurd belawela nedibûn, lê PYD nekir.”

Selah Bedredîn wiha domand: “Divê PKK ji Rojavayê Kurdistanê ibretekê bigre û destê xwe nexe nava karê Başûrê Kurdistanê, ji bo ku vê herêmê jî xera nekin. Divê PYD vê destkefta mezin a Kurdan jinav nebe. Li şûna ku PKK piştevaniya Herêma Kurdistanê bike, dijayetiya wê dike û destê dijmin dikşîne nava Herêma Kurdistanê.