Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Can Dost: Divê em Herêma Kurdistanê wek çavê xwe biparêzin

Berlîn-KDP.info- Can Dost nivîskar û çavdêrê siyasî ji Rojavayê Kurdistanê di hevpeyvîneke kurt de ligel malpera KDP.info de dibêje, Herêma Kurdistanê perçeyeke azad e ji welatê me û divê em wê bi çavê xwe biparêzin.

Can Dost di vê hevpeyvînê de behsa pêşhat û bûyerên dawî yên li Kurdistanê û navçeyê dike.

KDP.info: Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye, gerek Kurd çawa vê herêmê biparêzin?

Can Dost: Herêma Kurdistanê ji bo hemû Kurdan destkefteke dîrokî mezin e. Ji bo her kurdekî ev herêma azad dîwarek e, û ew sitûna kurdewariyê ye. Nabe ku kesek yan hêzek aramiya wê xera bike. Gerek her kurdek wê biparêze.

KDP.info: Serok Barzanî şerê birakujî heram kiriye, lê hin alî vê yekê wek derfet dibînin û êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, ji bo vê yekê ti çi dibêje?

Can Dost: Bêguman ev tişta ku PKK dike xerab e, mixabin ji destpêka salên 80an de PKK li hinek deverên Herêma Kurdistanê bicîh bûye. Doz ew bû ku xebata xwe ya çekdarî ji wir destpê bike û li dijî dewleta Tirkiyê şer bike. Lêbelê sed carî mixabin ku hebûna PKK li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî piştî salên 90an êdî ne ji xêra Kurdan re bû. Divê alîgirên PKKê bi xwe ji vê yekê şiyar bibin û zanibin ku tevgera PKK li Herêma Kurdistanê hemû jî di xizmeta dijminê Kurdan de ye.

KDP.info: Ti rola nivîskar û siyasetmedarên Kurd di yekrêzî û parastina Kurdande çawa dinirxîne?

Can Dost: Nivîskar û rewşenbîr dengê gelê xwe ne. Gelek caran gava ku ez şaşîtiyên partiyên siyasî, wek PKK û PYD dibêjim, dibêjine min xwe dûrî siyasetê bike. Tişta ku ez dikim ne nêzîkbûna siyasetê ye, ew erkê kesê rewşenbîr e û ez jî bi erkê xwe radibim. Divê ez bi dengekî bilind li dijî şaşîtiyên mezin bangkim û bêjim (na).

KDP.info- Gerek Kurdên perçeyên din ên Kurdisatanê çawa Herêma Kurdisatnê bikin?

Can Dost: Herêma Kurdistanê perçeyeke azad e ji welatê me, divê em bi çavê xwe wê biparêzin. Divê wek kilê çavê me be. Ronahiya çavê me be. Ji bo hemû Kurdan Herêma Kurdistanê dîwar û stargeheke parastinê ye.