Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wekîlê Wezareta Pêşmerge: Hêzeke YPGê ji Rojavayê Kurdistanê ve êrîşî Pêşmerge kir

Hewlêr-KDP.info- Wekîlê wezareta Pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir hêzeke ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê ji Rojavayê Kurdistanê ve nav axa herêma Kurdistanê de êrîşî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye.

Wekîlê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di civîneke çapemeniyê de aşkera kir, piştî 8 çekdarên PKKê xwestine bi awayekî ne yasayî ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî nav axa herêma Kurdistanê bibin û ji aliyê Pêşmerge ve rêgirî li wan hatiye kirin, 3 çekdar vegeriyane Rojava û beşek ji wan jî rijdbûne bo hatina nav herêma Kurdistanê û Pêşmerge jî rêgirî li wan kiriye.

Hewaha diyar kir, piştî wê bûyerê hêzeke nêzîkî 60 çekdaran pêkhatî û ser bi YPGê ji Rojavayê Kurdistanê ve bi çeken giran û navendî ve êrîş kirine ser hêzeke Pêşmerge ya li Sihêla û xwestine ziyaneke mezin bidin Pêşmerge, lê êrîşa wan hat şikandin û bi serşorî vegeriyan.

Wekîlê wezareta Pêşmerge bersiva twîteke fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Mezlûm Ebdî da, ku PDK bi êrîşa ser PKKê tometbar kiribû û ragehand: ‘’Mezlûm Ebdî û hevalên wî bi gotin û nêrînên xwe azad nînin û hemû daxuyanî û araste kirina wan ji aliyê mamostayên wan ên li Qendîlê ve tê darijandin. Eger na bixwe jî dizanin tişta li Amêdî û cîhên din pêkhatiye çiye û berdewam çekdarên PKKê êrîş kirine ser xalên Pêşmerge. Em hemû rêz li rawestgehan digrin û me qebûl kiriye ku pirsa nasnameya me bikin û herwaha ji xelkê me bikin. Lê ew hesabê bo desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê nakin, ya ku dikin jî zordariyeke mezin e û berdewam me tehemmûl kiriye.’’

Serbest Lezgîn got: ‘’Bila Mezlum Ebdî ji wan bipirse ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û bi salan eli kampên Kurdistanê dijîn, lê ji ber li gel nêrîna wan û nêrîna PKKê naguncên, ne ku napirsin, rêgiriyê li wan dikin û nahêlin biçin Rojavayê Kurdistanê, ji ber her kesekî wek wan nafikire ewan mirov jî nizanin.’’

Di dawiyê de Birîkarê Wezareta Pêşmerge hêvî kir ku careke din YPG û deste û girûpên ser bi PKKê ve kareke bi vî awayî dûbarenekin.”