Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çekdarên PKKê xwe li nava Şingalê veşartine

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax dibêje, PKK navendên xwe li Şingalê nedane Hikûmeta Iraqê û tenê ji hinek navendên biçûk derketine.

Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha jî çekdarên PKK li nava Şingalê di nava baregehên xwe de ne. Hinek çekdarên wan li nava Şingalê xwe di tonêlan de veşartine. Niha mezintirîn navenda polîsan li nava Şingalê di destê PKK de ye.”

Qaçax wiha got: “Ew kesên ku navê xwe kirine asayiş li Şingalê, hêj hemû li Şingalê mane û hinek ji wan xwe kirine Heşda Şeibî û hinekan xwe kirine polîs û artêşa Iraqê.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Tişta ku tê gotin li Şingalê ku qaşo PKK ji Şingalê derketiye, ji bo propagendeya hilbijartinan e û dixwazin xelkê Şingalê vegerin Şingalê, û dixwazin ereb xwe li Şingalê hilbijêrin û ew bibin nûnerê Şingalê.”

Qadir Qaçax wiha got: “Heya nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanêb bi hevre pêngavên rêkeftina Şingalê cîbicî nekin, baweriya me bi wan propagendeyan nayê û divê ew hêz ji Şingalê derkevin.”