Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Şingalê hêzên PKKê ji navendên wan hatin derxistin

Şingal-KDP.info- Piştî rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, hêzên Iraqê PKK ji navendên wan derxistin.

Çavkaniyekê ji nava Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “YBŞ ku hêzeke ser bi PKK ve ye li Şingalê bi qiwetê ji nava Şingalê hatin derxistin, ew jî bê ku ti helwêsta wan hebe.”

Wê çavkaniyê wiha got: “PKK hemû navend û baregehên xwe dan destê hêzên Iraqê.”

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, di qonaxa duyem de dê hêzên ser bi PKK ve ji derdora bajarê Şingalê jî werin derxistin.”

Derketina hêzên PKKê ji Şingalê di demekê de ye ku digotin eger Pêşmergeyên Kurdistanê bên Şingalê em di rûyê wan de rabin, lê niha bê ti helwêst û axaftinek hemû navend û baregehên xwe di rojekê de bi hêsanî dan wan hêzên erebî û Iraqî.