Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîsê Iraqê li Şingalê hemû alên PKK û Heşda Şeibî daxistin

Şingal-KDP.info- Bi biryara Hikûmeta Iraqê tevahiya alên PKK û Heşda Şeibî û hemû hêzên din ên li Şingalê ji aliyê polîsê federal ve hatin daxistin.

Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ya ser bi Şingalê ve Nayif Seydo ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi biryara Hikûmeta Iraqê hêzên polîsên federal ên Iraqê li Şingalê hemû alên hêzên nerewa wek PKK û Heşda Şeibî û hêzên din ên nerewa ku li Şingalê hene, hatin daxistin. Ji ber ku nêzîkî 10 al li Şingalê dihatin bilindkirin.”

Nayif Seydo wiha got: “PKK ser bi Hikûmeta Iraqê ve ye û mûçeyên xwe ji Hikûmeta Iraqê distînin, lewma nikarin pêbend nebin bi wê biryara Hikûmeta Iraqê.”

Derbarê vegera koçberên Şingalê bo ser mal û navçeyên xwe, Seydo ragihand: “Vegera koçberan sist e, ji ber ku PKK nahêle xelk vegerin ser malên xwe û dema ku ew li Şingalê nemînin dê koçber vegerin ser malên xwe.”