Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Emê kar bikin ji bo nehiştina tundiya li hember jinan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di roja cîhanî ya nehiştina tundiya li dijî jinan de peyamek belav kir û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya li mafên wan û hewl û karê berdewam a ji bo nehiştina tundiya dijî jinan kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand, “tundî, pirsa mafê mirov û tevahiya civakê ye, pêwîst e mêr roleke aktîvtir bibînin, beşeke mezin çareser bikin û rola wan di nehiştina tundiyê de hebe.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destxweşî li perestar, pizîşk, karker û karmendên saziyên tendirustî û perwerdeyê yên Kurdistanê dike û dibêje, “jin di eniya pêş a xebatê de bûn ji bo perwerdeya zarokan û parastina hemwelatiyan û rêgirtin li belavbûna bahorê û çareserkirina nexweşan.”

Serokê Herêma Kurdistanê jinên Herêma Kurdistanê piştrast dike, ku ew dê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava hemahengî û hevkariyên berdewam de bin û dibêje, “qeyrana aborî û darayî ku bandora pandemiya Covid-19 ne, li gel aloziyên siyasî, destkeftên jinan dixin metirsiyê, lê belê em jinên Kurdistanê piştrast dikin ku li gel aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo parastina deskeftên wan û nehiştina tundiyê û misogerkirina dadmendiya civakî. Li her cih û astekê de be, em dê li hember êşandin û destdirêjiya bo ser jinan derkevin.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de wiha dibêje: “Tundutîjî, pirsa mafê mirov û hemû civakêye. Pêwîste zilam roleke çalaktir bibînin, beşeke mezin a çareseriyê bin û rola wan li nehiştina tundiyê da hebê. Dema karantîne û vîrusa Korona, ji bo zilaman bûye cihê hişyarî û bi xwedaçûnê ku navmalê tenê cihê mayinê nîne, belkû cihê kar û hevkarî û bicîhanîna erkên me ye jî beramber dayik û xwîşk û hevjîn û perwerdeya zarokên me.”

Di beşeke din a peyamê de tê gotin, ew li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hana civaka navdewletî didin ku ji bo nehiştina tundiya li hember jinê bi gur û tîneke zêdetir piştgîriyê li saziyên Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan dike, “Hêvîdar im çalakî û karên we tenê di nava van şanzdeh rojan de nemênin, belku em hemû pêkve bi jin û zilaman ve rojane kar ji bo nehiştina tundiyê û pêkanîna armancên xwe yên ji bo aştî û wekhevî û dadweriyê bikin.”