Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgîriyên Fransa bo Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa kir li ser piştgîriyên wê yên siyasî û leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê, herwiha destxweşî kir li destpêşxerî û projeya avakirina nexweşxaneyekê li Şingalê ji aliyê hinek rêxistinên nehikûmî yên Fransa û ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê dê ligel Fransa û dostên din beşdar be di avakirina wê nexweşxaneyê de.

Îro Sêşema 24.11.2020 danê êvarî Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Brono Obêr û Serokê Navenda Piştgîriya Kirîzan di Wezareta Derve ya Fransa de Êrîk Şofalyê û şanda ligel wan kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de tekez kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam pêwîstiya wan bi rol û piştgîriya Fransa û civaka navdewletî heye ji bo jinavbirina terorê û çareserkirina pirsgirêkan. Şanda mêvan jî tekez kir li ser piştgîriya welatê xwe ji Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û çareserkirina pirsgirêkan û di berdewamiya pêşkêşkirina aliyên mirovî de ji bo herdu aliyan.

Derbarê rewşa koçberên Iraqê yên li kampên Herêma Kurdistanê û vegera wan bo ser cih û warên wan, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze ew koçber bi dilê xwe vegerin ser navçeyên xwe û divê pêşî asayiş û aramî li navçeyên wan bicîh were û xizmeta wan navçeyan were kirin, herwiha ew navçe werin avedankirin, ji ber ku ji ber şerê terorê ew navçe wêran bûne.

Di civînê de, bûyer û pêşhatên dawî yên siyasî û ewle li Iraqê û rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞêl, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji bo başkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên bê yên Iraqê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel dewletên cîran û çend pirsên din ên hevbeş di navbera Hewlêr û Parîs de, hatin gotûbêjkirin.