Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî ligel şanda danûstandinan a Hikûmeta Kurdistanê ligel Bexda civiya

Hewlêr-KDP.info- Îro Dûşema 23.11.2020 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şanda danustandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê civiya.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê pesnê hewl û keda şanda Hikûmeta Kurdistanê da, ku xebatê dikin ji bo bidestxistina mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û pêşiya hertiştî jî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.

Di wê civînê de tekezî hat kirin li ser wê yekê ku ev şanda danustandinan a Hikûmeta Kurdistanê aliyê fermî yê Hikûmeta Kurdistanê ye ji bo gotûbêjên ligel Hikûmeta Iraqê, ku berdewam xebatê dike ji bo mafên rewa yên xelkê Herêma Kurdistanê.

Her di wê civînê de, proseya gotûbêjên Hikûmeta Kurdistanê ligel Hikûmeta Iraqê hat nirxandin û gotin ku her demekê ku pêwîst be, şanda danustandinan a Hikûmeta Kurdistanê dê amade be serdana Bexdayê bike.