Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo aramiya Iraqê divê pirsgirêk bên çareser kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletiya li hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê, yên ji bo çareserkirina kêşeyan kir û li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert hevnêrîn bûn ku ji bo aramiya Iraqê, divê kêşeyên Hewlêr – Bexdayê bêne çareserkirin.

Îro Çarşema 18ê Mijdara 2020an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di destpêka civînê de Jeanine Plasschaer ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî sersaxî li Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata xwedê jêrazî kir û hevsozî û hevxemiya xwe li gel wan derbirî. Paşê rewşa Iraqê bi giştî, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, rêkeftina dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya di derbarê Şingalê de, hilbijartina pêşwext a Iraqê û pêşhatên dawî yên belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) guftûgo kirin.

Di derbarê rêkeftina her du hikûmetên Herêmê û Federalî ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê de ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ve hatiye piştgîrîkirin, her du alî hevnêrîn bûn ku rêkeftineke girîng e û hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar divê ji bo ku bikeve warê bicihkirinê, herwiha tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê ve rola girîng a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê dinêre û pesnê karên wan ên mirovî yên li Şingalê da.

Di derbarê wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê piştgîriyê li vegerandina xwe bi xwe xwestina koçberên Iraqê ji bo bajar û navçeyên wan dikin û zelal kir ku birêvebirina wargehan û dabînkirina xizmetguzariyên wan wekî perwerde û tendirustî û av û kareba û xizmetguzariyên giştî yên din, têçûneke zêde li ser Herêma Kurdistanê dikevin, her du alî jî hevnêrîn bûn ku divê bingeheke rast li rûyê dabînkirina aramî û asayîş û xizmetguzariyên wan yên ji bo vegerandina xwestina wan bê kirin.

Rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rûbirûbûna terorê û çend pirseke ji bo her du aliyan girîng bûn, mijarên din ên vê civînê bûn.