Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Dr. Firset kesekî karzan û dilsoz bû

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê arasteyî malbata Dr. Firset Sofî, parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê kir û ragihand, “Dr. Firset kesekî karzan û dilsoz bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje, “Dr. Firset Sofî her ji destpêka temenê xwe ve roleke giring di nav refên Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de gêra, paşê jî weke kadroyekî pêşketî di warê karê gelêrî de xwedan rol bû, herwiha wek parlamenterekî çalak û yasazanekî jêhatî roleke wî ya berçav di parlamentoya Kurdistanê de hebû. Şarezayî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr. Firset ew kiribû kesekî xweştivî û cemawerî.”

Nêçîrvan Barzanî ji dil ve xemgîniya xwe bo koça dawî ya Firset Sofî tîne ziman û dibêje, “piştî wergirtina posta parêzgarê Hewlêrê, pir bi dilsozî ve ji pirsgirêkên xelkê dipirsî. Gelek projeyên wî yên mezin hebûn ji bo pêşxistina zêdetir a bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgeha Hewlêrê, mixabin mirinê rê neda ku bêtir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.

Xwedayê mezin canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û sebrê bide hemû aliyan. Kar û dilsoziya Dr. Firset Sofê herdem dê di bîra me de bimîne.”