Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Generalê Brîtanya: Emê li ser alîkariya Herêma Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Bilindê Serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka General John Lorimer tekez kir ku Brîtanya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de dê berdewam be li ser alîlarî û piştgîrkirina Herêma Kurdistan û Iraqê.

Îro Çarşema 18/11/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya General John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbaziyê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û şandeke li gel kir ku piştî dawî hatina erkê xwe ji bo xatir xwestinê serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê kiribû.

Li hevdîtinê de ku Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê amade bû, rewşa Iraq û navçeyê û pêwîstî û girîngiya hevkarî û hemahengî û karkirina ji bo parastina aramiya li navçeyê guftûgo kirin û ji bilî wê yekê ku Lorimer berdewamiya hevkarî û piştgîriya Brîtanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir, spas û pêzanînên welatê xwe ji bo hevkarî û hevbeşî û karkirina li gel Herêma Kurdistan û Iraqê derbirî. Serok Nêçîrvan Barzanî jî spasî hevkarî û piştgîriya Brîtanya yên ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo General Lorimer xwest.

Pêşhatên dawî yên şerê terorê û rûbirûbûna DAIŞê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, derbaskirin û pejirandina yasaya pirkirina kurtanîna budçeyê li Encumena Nûnerên Iraqê, rewşa emnî ya tixûbên Herêma Kurdistanê û çend pirseke dinê ji bo herdu aliyan hevbeş û girîngbûn, beşeke dinê vê civînê bûn.