Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê: Jidestdana Dr. Firset ziyaneke mezin e..Min kurekî xwe ji dest da

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Dr. Firset Sofî peyamek belav kir û ragihand, jidestdana ciwanekî dilsoz weke Dr.Firset zirareke mezin e û “min kurekî xwe ji dest da.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Nûçeya koça dawî ya Dr. Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêrê ez gelek xemgînin û dilteng kirim. Rehmetî Dr. Firset Sofî mînakek ji jêhatîbûnê, dilsozî û destpakiyê û kadroyekî niştimanperwer û çalak bû, ku di demeke kêm de karî xwe îsbat bike û di nava dilê gel de cihê xwe bigre. Jidestdana ciwanekî dilsoz weke Dr.Firset ziyaneke mezin e. Min kurekî xwe ji dest da.

Ez sersaxiyê ji xwe re û ji malbat û mervê rehmetî Dr. Firset û hemû hevkarên wî di hikûmetê û parêzgehê û tevahiya xelkê Hewlêrê re dixwazim û ji xwedayê mezin lavakar im cihê wî bihuşt be û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.”