Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK û YNK: Divê rêz li qewareya siyasî û destûrî ya Kurdistanê were girtin

Hewlêr-KDP.info- Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de tevî bixêrhatin û spaskirina her du aliyan, bal kişande ser rewşa siyasî ya giştî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û girîftên ku xelkê Herêma Kurdistanê rûbirûyî wan mane, bi taybetî ji aliyê aborî û darayî ve, ku ji ber belavbûna vîrûsa koronayê, cîhan û Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li girîngiya karên hevbeş ên navbera hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî navbera PDK û YNKê kiriye û amadebûna Serokatiya Herêma Kurdistanê nîşan daye ji bo piştevanî û alîkariya serxistina karên pêkveyî û hemahengiya navbera hemû aliyan.

Piştre nûnerên herdu aliyan bi awayekî eşkere û bi berpirsyarî, li ser hemû pirsan, li hember proseya siyasî û hukimraniya li Herêma Kurdistanê, berpirsyariya xwe ya hevbeş tekez kirine û her du aliyan li ser wê yekê rijd bûne ku divê bi hev re ligel aliyên din ên Herêma Kurdistanê pêngavên cidî û kirdeyî biavêjin ji bo çareserkirina girîftên navbera her du aliyan û hemû şiyana xwe derxin pêş, da ku rûbirûyî vê rewşê bibin û piştevaniya saziyên Herêma Kurdistanê bikin ji bo xizmetkirina welatiyan.

Rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya siyasî û destûrî ya Herêmê, mijareke din a civînê bû. Herdu alî li ser wê yekê rijd bûn ku parastina aramî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, erkê hemû aliyan e.

Herdu aliyan piştevaniya xwe ji bo amadekariyên hikûmeta federal û aliyên peywendîdar ji bo serxistina hilbijartinên pêşwext ên Iraqê nîşan dane û ji vî alî ve hemahengî û hevkariya navbera nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê bilind nirxandine û tekezî li berdewamiya wê hemahengiyê hatiye kirin.

Di dawiya civînê de tekezî li berdewamiya karê hevbeş û hemahengiya di nav saziyên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, ku armanca wê; xizmetkirina welatiyan û derbasbûna vê rewşa dijwar a ser milê xelkê Herêma Kurdistanê be.