Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cindiyanî: Qada têkoşîna PKK Bakurê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Azad Cindiyanî dibêje, qada têkoşîna PKK Bakurê Kurdistanê ye û pêwîst e rêberên PKKê peyama Serok Barzanî fêm bikin û wê peyamê wek derfet bibînin û wek gef nebînin.

Azad Cindiyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Meydan û qada têkoşîna PKK Bakurê Kurdistanê ye. Têkoşîna PKK li kûderê ye û dijî kê ye? PKK li Bakurê Kurdistanê di salekê de 2 çalakiyên lerşkerî li dijî Tirkiyê nake, lê hatine li Başûrê Kurdistanê hemû sînor derbas kirine û herder kirine qada şer. Ez daxwaz ji rêberên PKKê dikim ku peyama Serok Mesûd Barzanî baş bixwînin û li şûna ku hinek berpirsên wan gotinên mezin bêjin, peyama Serok Barzanî baş fêm bikin û û wê peyamê wek derfet bibînin û wek gef nebînin.”

Cindiyanî wiha got: “Serok Barzanî di peyama xwe de deriyek li pêşiya PKK vekir û divê PKK sûdê ji vê peyamê bibîne. Peyama Serok Barzanî ji bo rêgiriyê bû li şer.”

Wî siyasetmedarê Kurd wiha domand: “PKK dibêje em li ser sînor in ji bo şerê Tirkiyê, baş e li sînorê Hewraman û Sorên û Hawar çi dikin? Ma Tirkiye li wir jî heye? PKK dixwaze bi gotinan xelkê bixapîne.”