Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê êriş û destdirêjiya PKK şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di daxuyaniyekê de êrişa PKKê li ser Hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Hêmin Hewramî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em êriş û destdirêjiya îro ya çekdarên PKKê li ser Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin û daxwaz dikin ku PKK dest ji binpêkirin û êriş û destdirêjiyên xwe yên berdewam li dijî ax û xelkê Herêma Kurdistanê berde û êdî nebin kêşe û pirsgirêk ji bo vê statyoya destûrî û ji bo xelkê Kurdistanê.

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê tekane hêza rewa û destûrî ya Herêma Kurdistanê ye, û êriş û destdirêjiya PKKê li ser Pêşmerge belgeya wê yekê ye PKK qet guh nade birayetî û wekhevî û yekrêziyê li Kurdistanê û bi lojîka êriş û destdirêjiyê kar dike.

Xelkê Herêma Kurdistanê û dezgehên şeriî yên Kurdistanê herdem tekez dikin ku divê PKK nebe sedem ji bo hatina pirsgirêkan bo nava axa Herêma Kurdistanê û hicetê nedin dewletên cîran, lê PKK guh nade dezgehên Kurdistanê û hêzên wê û êriş û destdirêjiyê dikin ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê niha berdewam hewl dide ji bo rûbirûbûna kirîza abûrî û tendirûstî û parastina yekrêzî û wekheviyê di nava aliyên siyasî yên Kurdistanî, herwiha erkê hemû aliyên siyasî ye ku bergîriyê li statyoya destûrî ya Herêma Kurdistanê bikin û ax û xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin.”