Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK.. Xema parastina asayişa me nexwe

Kerîm Qadir

Li ser bingeha wê rastiyê “em nahêlin kes ziyanê bighîne asayiş û aştiya me”. Wek çawa em li hemberî DAIŞ û Heşda Şeibî sekinîn, emê her wisa bi canekî fîdakarî di rûyê her hêzekê de bisekinin, eger ew hêz bixwaze aramiya xelkê me xera bike. Di serî de hûn yên ku we riya xwe winda kiriye, dest ji Herêma Kurdistanê berdin û rûyê xwe li hemberî xelkê Herêma Kurdistanê sipî bikin, piştre werin tometan bavêjin ser milê PDKê. Hûn di çarçoveya cîbicîkirina berjewendiyên xelkê xerîb de, jibilî ku we Herêma Kurdistanê xistiye nava pirsgirêkên xwe de, hûn bûne gefeke rastî li ser asayiş û aştiya Herêma Kurdistanê, ku niha hewce nake ez behsa hemû kronolojiyaya karên we yek bi yek bikim. We kengî hizir kiriye ji bo doza Kurdan? Heta ku hûn bêjin em berxwedanê dikin ji bo gelê Kurd? Beruvajî vê gotina we, her demekê derfetek ji bo gelê Kurd bidestve hatibe, we bi pilan dijayetiya wê kiriye. Madam hûn wê rastiyê dizanin ku welatên cîhanê navçeyê ji nûvre xêz dikin û hûn dibêjin çarenivîsa gelê Kurd winda ye û hûn fîdakarên xwe dikin qurbanî, dê biryareke mêranî bidin û fîdakarên xwe bibin qada rast, ne rûnên û rexneyê li tevgera Pêşmerge li nava axa Herêma Kurdistnê bigrin, ku parastina vê axê di histê Pêşmerge de ye.

Gelo ticarî we ji xwe pirsî ye, ka em çima li vir in û em li vir çi dikin?

Di çarçoveya derewên we de, Komîteya Pêwendiyên KCKê pir bêşermî li dijî PDKê dibêje: “Armanca PDKê ew e ku rê veke û rewatiyê bide êrîşa li ser tevgera me.”

Yê nizanibe, wê bêje tevgera wan li qada xwe ya rastî ye û PDK jî dixwaze êrîş bike ser cih û navendên wan. Nizanin ku erkê Hikûmeta Kurdistanê ew e ku li Herêma Kurdistanê parastina can û malê xelkê xwe bike û kûderê pêwîst bike, li wir xalên kontrolê deyne. Hewce nake Hikûmeta Kurdistanê ji PKKê pirs bike, ku PKK belayekî xwîngiran e.

Du tiştan hiştiye ku PKK tengav bibe û wisa bêbextiyan bixe histê PDKê, ku ev in:

Yekem: Keşifkirin yan xuyakirina pêngavên xerab ên PKKê yên ku dixwestin li Herêma Kurdistanê bikin, lê ji aliyê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve hatin hatin xuyakirin.

Duyem: Ji aliyekî ve, bandora rêkeftina girîng û dîrokî ya aliyên Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya Amerîka. Ji aliyê din ve jî rêkeftina Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya li ser Şingalê.

PKK dibêke: “Rojane dengê teqîna bombe û top û rokêtên Tirkiyê li ser çiya û newalên Kurdistanê tên,”

Ma eger tevgera we wê rastiyê veşêre, xelkê Kurdistanê dizanin sedema wan teqîn û bombebarana han kî ye. Û dizanin kî bacê li ser sînor ji wan distînin.

Tevî ku naxwazim li ser wê peregrafa daxuyaniya PKKê biaxivim, ku tê de dibêjin: “Bi sedan hevalên Gerîla ji bo parastina gelê Başûrê Kurdistanê ji Şingalê û heya bi Hewlêrê canê xwe feda kirine û fermandarên mîna Zekî Şingalî û Egîd Civyan û Têkoşer Gever di vê riyê de şehîd bûne.”

Lê ez neçar bûm bêjim, di şerê parastina Herêma Kurdistanê de li dijî DAIŞ û Heşda Şeibî yek gerîlayê we birîndar nebûye, hûn behsa kîja fîdakariyê dikin? Yan ez ditirsim hûn wan sîxwirên ku di nava we de bûn û we ew kûştine, wek fîdakar dibînin. Êdî xelk zîrek û hişyar in û mafê we tune ye ku hûn behsa niştimanperweriyê bikin.