Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Amêdiyê xelk di nava tirsa PKKê de ne

Amêdî-KDP.info- Qaymeqamê Amêdiyê Îsmaîl Mistefa dibêje, ji ber PKKê û bombebarana balafirên Tirkiyê, ziyaneke mezin gihaye devera wan, ku 198 gundên wê deverê vala bûne û 30 kes jî şehîd bûne.

Îsmaîl Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Li sînorê Amêdiyê ji nava 348 gundan heya niha 198 gund ji ber PKK û bombebarana Tirkiyê vala bûne, ku xelk nikarin biçin ser mal û gundên xwe. Tenê li Şêladizê ji 90gundan 85 gund vala bûne.”

Mistefa wiha got: “Jiyana xelkê deverê ji ber hebûna PKKê berdewam di nava metirsiyê de ye û tenê di salên derbasbûyî de, 30 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûne.”

Qaymeqamê Amêdiyê dibêje, xelkê vê deverê koçber dibin Duhok û Amêdiyê, ji ber ku jiyana wan ji ber PKKê pir zehmet e û di nava tirsê de ne.”

Îsmaîl Mistefa wiha domand: “Çareserî tune ye, ku tenê îsal li sînorê Amêdiyê hezar û 500 kes ji xwediyê mêşên hingiv dest ji karê xwe berdane û tenê îsal 6 hezar donim rez û bax jinavçûne, ji ber ku xelk newêrîbûn biçin berhemên xwe bînin. Herwiha gelek cihên geştiyarî jî li deverê hatine girtin.”