Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encûmena Asayişa Kurdistanê: Hewlên ji bo çend êrişan li Kurdistanê hatine pûçkirin

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di çend rojên bihorî de “çend hewlên êrîşên têkderane” li nav Herêma Kurdistanê betal kirine û dibêje, hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê çend kes desteser kirine ku têkiliya waa li gel grûpên terorîstî hebûye.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “di encama operasyona hêzên Asayişê de, du plan hatin pûçkirin ku yek ji wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve plan jê re hatibû danîn, lê bi alîkarî û hemahengiya navbera hêzên polîs û asayiş, istixbarat û dije terora Herêma Kurdistanê hatin betalkirin. Hinek ji plandanerên wan hewlan jî tîkiliya wan li gel xelkên derveyî Iraqê  û niştecihê welatên Ewropayê heye û ji aliyê wan ve hatine arastekirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “ew kes û aliyên ku biryar bû bibin armanca van êrîşên terorîstî, hatine agahdarkirin û rêkarên pêwîst jî ji bo parastina diplomat û xwedan karên biyanî li Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: Piştî lêkolînan û lidûvçûnên hûr, hêzên polîs û asayişa herêmê, çend kesên têkildar bi van planan desteser kirine. Bi rêya Polîsê Navdeweltî (Interpol) jî em dê daxwaza hemahengî û alîkariyê, ji hevkarên xwe yên navdewletî bikin, ji bo desteserkirina kesên din ku di vê planê de dest hene.

Dosya Yekem:

Di vê dozê de 12 gumanbarên ku pêwendiya wan bi PKKê re heye. Herwiha çend kesên din ên girêdayî li çend welatan û li Ewropa jî, plan kirine ku êrîşî ser konsulosxaneyekê li Hewlêrê bikin, dîplomatên li konsulosxaneyê teror bikin û êrîşî kompanyayên taybet ên wî welatî li Herêmê bikin. Herwiha êrîş bikin ser hin kompaniyên navdeweletî û yên welatên rojava li Herêma Kurdistanê. Hêzên Asayişê piştî ku bêtirî çar mehan çavdêriya wê grûpê kirin, karîn wan gûmanbaran desteser bikin û canê gelek kesan biparêzin. Du ji wan gumanbaran welatiyên Sûriyê ne. Ew gumanbar li gorî madeya 1 ya yasaya 21 a sala 2003 dê biçin dadgehê.

Dosya Duyem:

Di vê dosyê de, û piştî salekê ji dîvdeçûnê 8 kes û hemû welatiyên Iraqî ne hatine girtin. Wan hewl dane parêzgarekî Herêma Kurdistanê teror bikin û gelek kiryarên tundûtûjiyê li Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Duhokê bikin. Herwiha pilan danîbûn ku êrîş bikin ser dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û asayişa Kurdistanê jinav bibin. Ew gûmanbar dê di demeka nêzîk de li gor madeya 21 a yasaya 21 a sala 2003 bên ber dadgehê.

Dosya Sêyem:

Piştî dûvçûn û operasyoneke berfireh a Dijehewalgiriyê bo heyama zêdetir ji salekê, polîsan karîn 7 kesên gumanbar bigrin ku hemû welatiyên Iraqê ne û li gorî madeya1 yasaya 21 a sala 2003 bi biryara dadgehê hatine gortin û dûvdeçûn berdewam in ji bo girtina gumanbarên din ku ew beşek in ji torekê ku zanyariyên hewalgîrî û leşkerî derbarê sazî û berpirsên hikûmetaKurdistanê kom dikin û ev çendîn sal e ew girûp hatiye avakirin. Vê torê plana kuştina berpirsekî hewalgîriyê û dadwerekî danîne û wê torê zanyarî bi çend aliyan re ku PKKê jî di nav de ye, parvekiriye. Me haya hikûmetên biyanî û dezgehên îstixbaratî yên pêwendîdar ji vê operasyonê û ji wan zanyariyan xistiye.

Ev operasyonana nîşana wê didin ku metirsiyeteke berdewam li ser aştî û aramiya Herêma Kurdistanê heye, lê hêzên Asayişê bi awayekî çalak erkên xwe pêk tînin û bi ti awayî rê nadin ku rewşa ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bê têkbirin.

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

26.10.2020”