Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û El Cerba rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 20.10.2020 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed El Cerba Serokê Teyarî Xedî (Tevgera Paşerojê) Sûrî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û pêşhatên dawî yê Sûriye û rewşa aliyên Kurdî yên Sûriye û opozisyona wî welatî hate nirxandin.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya pêkhatina bereya aştî û azadiya Sûriye kir û bi hengaveke erênî û baş wesif kir.