Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Rewşa li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî nayê qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî dibêje, rewşa niha ya li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rewşeke ne asayî ye û tekez dike, rewşa niha li wan navçeyan nayê qebûlkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Înê 16ê Cotmeha 2020an di sêyemîn salvegera dagîrkirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî de, peyamek belav kir û ragihand: “Ev rewşa neasayî ya di encama xiyaneta xakfiroşan de li Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî çê bûuye, nayê qebûlkirin.”

Mesrûr Barzanî dibêje: “Ti carî birîna wê xiyaneta ku xakfiroşan kir ji bîra me naçe. Lê belê ji xiyanetê girantir ew e, ku gel xiyanetkaran ceza neke.”