Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî vexwendina Parêzgarê Kerbela bo parêzgeha wî qebûl kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Kerbelayê kir û di wê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî vexwendina parêzgarê Kerbelayê qebûl kir.

Îro Pêncşema 15/10/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Nesîf Casim Al Xitabî Parêzgerê Kerbelayê kir.
Di hevdîtinê de Parêzgerê Kerbelayê bi kurtî di derbarê rewşa parêzgehê bi taybetî li rûyê geştiyariya olî ve zanyariyan pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku aramiya Kerbelayê, rê ji bo sermayeguzarî û veberhênana navxweyî û biyanî xweş dike û parêzgeh li proseyeke berdewam berfirehbûnê daye. Herwiha pesnê ezmûna serkeftiya kerta taybetî ya Herêma Kurdistanê ya li warê veberhênan û sermayeguzariyê da kir ku dikare ji bo Kerbela û parêzgehên dinên Iraqê jî sûd jê werbigrin.

Di beşeke dinê hevdîtinê de hemahengiya parêzgehan û Hikûmeta Federal û girîngiya parvekirina zêdetirê desthilatan ji bo parêzgehan xistin ber behs, heta bikarin xizmetên baştir pêşkêşî welatiyan bikin û kar û projeyan bi leztir encam bidin.

Di dawiya hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, vexwendineke Parêzgerê Kerbelayê ya ji bo serdana parêzgeha wî qebûl kir û hêvî xwest di demeke guncayî ya pêşerojê de serdana Kerbelayê bike.