Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin guftûgokirin. Tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Balyozê Brîtanyayê piştevaniya xwe ji bo rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê nîşan da, wek binemayekê ji bo arambûn û avedankirina deverê û vegera koçberan li ser cihên xwe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser berdewamiya proseya çaksaziyê ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi arasteya berfirehkirina jêderên dahatê û bihêzkirina jêrxaneya aborî.