Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Dr. Nûrî Osman kir

Îro sêşem 13/10/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo koça dawî ya kesayetiyê diyarê navçeya Şingalê, xwedê jêrazî Osman Mehmûd Şingalî, bavê birêz Dr. Nûrî Osman, li peywendiyeke telefoniyê da serxweşiyê li birêz Dr Nurî Osman û malbata wan ya birêz kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî pirse û serxweşî û derbirîna hevxemî û hevsoziya xwe, balkişand li ser rol û xebata malbata wan ya birêz kir û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe, hedar û aramiyê jî bi wan û kesukarên birêz bibexşê.

Ji aliyê xwe ve birêz Dr Nûrî Osman, spas û pêzanînên xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir.