Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li ser alîkariya penaberên Sûriyê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Mîrê Kuweytê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşemê 13ê Cotmeha 2020an, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Kuweytê kir û li Koşka El Beyan li gel Şêx Newaf el Ehmed el Subah Mîrê Kuweytê civiya. Di vê hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Mîrê Kuweytê derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Kuweytê de gotûbêj kirin.

Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî li ser navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê serxweşî li Mîr û gel û hikûmeta Kuweytê kir û hevxemî û hevsoziya xwe û gelê Kurdistanê ji bo ji destdana xwedê jê razî mîrê berê yê Kuweytê nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî herwiha pîrozbahiya destbikarbûnê li Mîrê Kuweytê yê nû Şêx Newaf el Ehmed el Subah kir û hêviya serkeftinê ji bo wî bi xwe û pêşketina Kuweytê xwest.

Mîrê Kuweytê jî spasiya vê hevsoziyê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo welatê xwe kir.

Di civînê de her du alî peywendiyên Herêma Kurdistan û Kuweytê guftûgo kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di hemû waran de kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî, spasiya piştgirî û hevkariyên mirovî yên Kuweytê yên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî jî alîkariyên ji bo penaberên Sûriye û koçberên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê, herwiha spasî rol û kar û çalakiyên Konsulxaneya Giştî ya Kuweytê ya li Herêma Kurdistanê kir.

Nirxandina çend pirsên din ên ku ji bo her du aliyan giring û hevbeş bûn, aliyeke dinê civînê bû ku şandeke li gel Serokê Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûn.