Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî encamdana 5 projeyan bi 20 milyar Dînar li Raperîn ragihand

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nirxê zêdetirî 20 milyar dînaran 5 proje bo devera Raperîn ragihand.

Îro 13.10.2020ê Mesrûr Barzanî gelek proje li devera Raperînê ragehand, ku ya herî giring jî projeya Pira Derbenda Ranya – Bingird e û 11 milyar û 387 milyon dînar pare dê lê biçe.

Herwaha projeya nûjen kirina dibistanên deverê jî bi milyarek û 500 milyon dînar pare ve dê bên nûjen kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeya çêkirina şeqama şêst metrî ya Qeladizê jî dê bi milyarek û 800 milyon dînar pare jê re bê dayîn û çêkirina şeqama du şerît a bazara Ranya jî bi 4 milyar û 500 milyon dînaran ve bê çêkirin.

Herwaha çêkirina navenda penceşêra memik ango sing li Ranya dê ji bo wê projeyê jî zêdetirî milyarek dînar pare bê veqetandin.

Ew hemû projeyane ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li Raperîn hatin ragihandin, ku 20 milyar û 256 milyon û 232 hezar dînar pare digre.