Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sê serokatiyên Kurdistanê û Serokmar şehîdkirina Efserê asayîşê Xazî Elîxan li ser sînorê Duhokê şermezar kirin

Hewlêr-KDP.info- Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê îro ligel Serokomarê Iraqê civiya û piştî civînê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar û parastina berjewendiyên xelkê Kurdistanê, pêwîst e tevahiya aliyan û pêkhateyên Kurdistanê karînên xwe bikin yek û bi yekrêzî û yekhelwestî rûbirûyî vê rewşa hestiyar û egerên dahatûyê bibin.

Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlemana Kurdistanê Rêwaz Fayiq îro Dûşema 12.10.2020 li Hewlêrê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih derbarê rewşa Iraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, civiya.

Deqa daxuiyaniyê:

“Civîn taybet bû bi rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî. Derbarê rewşa Iraqê de, civînê bi girîngî ew barê giran ê darayî, ewlehî û tendirustî yê li Iraqê peyda bûye şopand. Piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo pêngavên hikûmetê û dezgehên destûrî yên federalî ji bo parastina ewlehî û aramiya welat tekez kir. Bi taybet peydakirina keşeke aram û libar ji bo kar û erkên nûnertiyên welatên dost û şandên navdewletî li Iraqê.

Civînê encamdana hilbijartinên pêşwext ên Iraqê guftûgo kir û piştevaniya xwe ji bo amadekirina zemîneyê ji bo hilbijartineke serkeftiyane li Iraqê derbirî. Navçeyên pirsgirêk li ser in û cibicîkirina madeya (140) ya destûra Iraqê, beşeke din a civînê bûn. Amadebûyan hevhelwest bûn ku guftûgoyên ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên wan navçeyan, parastina mafên tevahiya pêkhateyan û gerentîkirina keşeke libar a pêkvejiyanê li navçeyê berdewam bikin.

Civînê piştgîriya xwe ji bo dawî rêkeftina Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan tekez kir. Herwiha hemû hewleke guhartina demografî li navçeyên pirsgirêk li ser in red kir û daxwaz kir, Hikûmeta Iraqê mîkanîzma aramî û ewlehiya navçeyên pirsgirêk li ser in deyne.

Di beşeka din a civînê de, li ser hewlên diyalogê yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de axaftin. Beşdarên civînê ji ber van hewlan, piştevaniya xwe bo her du aliyan diyar kirin. Da ku pirsgirek bi temamî bêne çareserkirin û mafên destûrî yên welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqî bi giştî bên parastin.

Rewşa Herêma Kurdistanê ya navxweyî mijareke din a civînê bû. Taybet li ser pirsgireka vîrûsa Koronayê axaftin. Belavbûna Koronayê û rewşa pêketiyan û bandora wê ya li ser aboriyê hat gûftûgokirin. Di civînê de tekezî li ser vê yekê hate kirin ku ji bo derbaskirina vê rewşa neasayî, hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê dê bi yekhelwestî û yekrêzî pêkve bixebitin. Civînê şehîdkirina Efserê asayîşê Xazî Salih Elîxan li ser sînorê Duhokê şermezar kir.”