Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê li ser rêkeftina Şingalê axivîn

Hewlêr-KDP.info- Êvariya roja înê 09.10.2020 li peywendiyeke telefoniya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê de rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê hate nirxandin.

Her di vê peywendiya telefoniyê da herdu aliyan kêfxweşiya xwe ji bo wê rêkeftina girîng nîşan dan û tekezî jî li wê yekê kirin ku rêkeftin bi vî awayî balkişandineke li ser ji bo bihêzbûna baweriya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.