Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî li ser rêkeftina Şingalê peyamek belav kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 09.10.2020ê li ser rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ya derbarê asayî kirina rewşa Şingalê de peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî waha ye;

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê hengaveke erênî û rêyeke raste. Destxweşiyê li her du Hikûmetên Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikim ji bo wê rêkeftina ku dibê sedema asayîkirina jiyana welatiyên li wan navçeyan û kêmkirina êş û azarên xûşk û birayên Êzdî û vegerandina wê xelkê ku ji ber rewşa çend salên derbasbûyî û êrîşên terorîstan tûşî êş û koçberiyê bibûn.

Hêvîdarim ev hengava girînga her du aliyan destpêkek jî bê ji bo çareserkirina hemû kêşe û giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê.

 

Mesûd Barzanî

09.10.2020”