Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî ya li bîranîna 32 saliya koça dawî ya Dr. Nuredîn Zaza

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Sîh û du sal li ser koça dawî ya têkoşer û xebatkarê Kurd Dr Nuredîn Zaza derbas dibe. Nuredîn Zaza damezrênerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye û Sekreterê Yekemê Partiya Kurdî bû ku li Sûriye dest bi çalakiyên siyasî kir. Xwedê jêrazî Nuredîn Zaza ji malbateke niştimanperwer û şoreşgerê Kurd bû ku temenê xwe li xebata siyasî û rewşenbîriya bi navê doza rewaya gelê xwe da serf kir û li wê rêyê da koçberî û zîndaniyê jî dîtiye.

Niha di demek da bîranîna xwedê jêrazî Nuredîn Zaza dikîn ku paşeroja gelê Kurd li Sûriye rûbirûyê gefên mezin bûye. Pêwîste bi hewla hemû aliyek û berdewambûna wê xebata siyasiya Nuredîn Zaza û hevalên wî berd û kevirê binaxe û bingehê bûn, mafê rewayê gelê Kurd li Sûriye biçespê û dawiya bi êşên Kurd li Sûriye bê anîn.

Li dawiyê de bîranîna xwedê jêrazî Nuredîn Zaza bi bilind radigrîn û hêviya serkeftinê ji bo hemû azadîxwazan û niştimanperwerên gelê Kurd û pêkanîna armancên rêbaza Kurdayetiyê dixwazîn.

 

Mesûd Barzanî

08.10.2020