Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hefteya were Mesrûr Barzanî dê biçe Parlamentoya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ragihand, biryar e hefteya bê rojek di hefteyê de were diyarkirin ku tê de civîna parlamentoyê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî birêve biçe û behsa çaksazî û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û nexweşiya Koronayê werin kirin.

Muna Qehweçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gorî madeya 66 daxwaz kiriye ku di civîneke Parlamentoya Kurdistanê de amade bibe û tê de biaxîve. Emê wek serokatiya parlamentoyê jî hefteya bê emê rojekê diyar bikin ji bo wê civînê.”

Qehweçî wiha got: “Serokê Hikûmeta Kurdistanê dê ji bo gotûbêjkirina 3 pirsan were parlamentoyê, ew jî rewşa Kurdistanê ji ber nexweşiya Koronayê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û proseya çaksaziyê. Mesrûr Barzanî dê di rûniştina Parlamentoyê de amade bibe û gotinekê pêşkêş bike û di rûniştinê de herwiha gotûbêj werin kirin. Parlemanter jî dê karibin di wan hersê mijaran de gotûbêjan bikin.”