Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin hemû pirsgirêkên me û Bexdayê bi Destûr çareser bibin

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 29/09/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Tevgera Hîkme ya Niştimanî ya bi serokayetiya Şêx Hemîd Mele El Saidî Serokê Kongreya Giştî ya tevgerê kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî û hilbijartina pêşwext ya nû ya Iraqê û babeta dadgeha federalî û mekanîzma destnîşankirina endamên nû yên dadgehê, peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina wan nirxandin.

Herdu alî hevnerîn bûn ku pêşhatên emniyên Iraqê û gefkirina li şandên dîplomasiyê, berjewendiya welat dixine metirsiyeke ciddî û derbaskirina kêşe û qeyranan pêwîstî bi karê hevbeş û hemahengiya di navbera aliyên Iraqiyan û ber çav girtina berjewendiyên welat heye.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federal, li ser bingeha Destûrê Iraqê kir û çareserkirina kêşeyên herdu aliyan û tevahiya kêşeyên navxweyiyên Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.