Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtaliya kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtaliya kir.

Îro Sêşema 29.9.2020 li Hewlêrê, Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtaliya Lorenzo Guerini kir.

Di civînê de ku cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî jî amade bû, behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtaliya û piştevanîkirina Pêşmerge hat axaftin.

Lorenzo Guerini jî ragihand ku Îtaliya dê li ser piştevanîkirina Pêşmerge berdewam be û got, em hêvîdar in di demek nêzîk de hêzên me dubare dest bi perwerdekirina Pêşmerge bikin ku ji ber Koronayê hatiye sekinandin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê jî spasiya piştevanî û alîkariyên Îtaliya bo Kurdistanê kir û got, hebûna hêzên Îtaliya û hevpeymaniya navdewletî li Kurdistan û Iraqê pêwîst û girîng e.

Mesrûr Barzanî anî ziman jî ku Herêma Kurdistanê dê berdewam be di piştevanîkirina Serokê Hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî de bo aramkirina rewşa Iraqê û çareserkirina arîşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser bingeha Destûrê Iraqê.